Dicle Haber Ajansı

Mihyedîn Nahrîn: Kî Bizewice Kerîz e?

Mihyedîn Nahrîn: Kî Bizewice Kerîz e?
417
07 Temmuz 2023 - 17:54

Tişta bi demê re pêş dikeve zanîn û teknolojî ye.

Tişta bi demê re xweş dibe şerab e.

Tişta bi demê re xira dibe û ne xweş dibe têkilîyên mirovan e.

Hemû têkilî pêşî xweş dest pê dikin, kelecanî û keyfê didin lê bi demê re dibin agir û ew agir mala însanan wêran dike.

Kitêba pîroz ya Xaçperestan Mizgîn wisa dibêje: “Rêya derbasî dojehê dibe ji nîyetên baş dest pê dike.” Helbet têkilî jî di pêşî de ji nîyetên baş û xweş pêk tê lê ya girîng encama wê ye û encam jî mixabin agirê dojehê ye.

***

Fîlozofê mezin Sokrates xwendekarên xwe li dora xwe kom dike û tevlî wan li kuçe, kolan, qad û çîyayên Atînayê digerin. Rojekê dîsa xwendekar li dû wî ne û ew jî ji wan re dibêje: “Zarokno, bizewicin. Zewac tiştek baş e, bi her awayî hûn bi ser dikevin. Heger xanima we baş be hûn ê jîyanek xweş bijîn lê heger xirab be hûnê wekî min ji malê birevin û berê xwe bidin çîyayan û bibin fîlozof.”

Gotina Sokrates li alîyekî lê heta niha leqayî mirovên kêfxweş nehatime. Kesê bi evîndarîyek mezin dizewicin demek şûnde poşman dibin. Ev bi sala ye mamostetîyê dikim lê heta niha leqayî jin û mêrên ji hev qayîl nehatime. Mixabin zarok di agirê dojeha dê û bavê xwe dişewitin û zerar herî mezin ew dibînin.

 

***

Melayê Cizîrî wek “Şêxê Evînê” tê qebûlkirin. Ew pisporê evînê ye. Di helbestên xwe de behsa her şeklê evîn dike. Hemû rengên evînê di helbestên wî de derdikevin pêşberî xwendevanan. Cizîrî her çiqasî rasterast di helbestên xwe de behsa zewacê nekiribe jî ji helbestên wî yên li ser evînê meriv dikare hin peyamên veşartî yê zewacê peyda bike.

Cizîrî di helbestek xwe de wisa dibêje: “Hub dibêm bêşek bela ye.” Evîn bela ye, kesê bixwaze belaya xwe bibîne divê evîndar bibe. Kesê belaya meztir bixwaze divê bizewice.

 

***

Francis Bacon fîlozof û parezerekî pir serkeftî bû. Bacon di pirtûka xwe de wisa dibêje: “Zilam piştî şeva zewacê heft sala bi carekî extîyar dibin.” Helbet gotin ya Bacon e û bi çavekî zayendî li zewacê nerîye. Lê vê gotina Bacon meriv dikare hem ji bo zilaman û hem jî ji bo jina vebêje.

 

***

Sokrates û Bacon heta ji wan hatîye bi zimanekî nerm û qerfî behsa zewacê kirine. Di nava hemû fîlozofan de yê bi zamanê herî tûj dev avêtine zewac û jina Arthur Schopenhauer û Friedrich Nietzsche ne.Dema min pêşî Schopenhauer xwend; min got qey, min pirtûkê misilmanekî serhişk xwendîye. Gotin û fikrê wî yê di derbarê jinan de hewqasî tûj û ne xweş bûn. Nietzsche jî ji Schopenhauer kêmtir nîn e. Ew jî têra xwe dev diavêje jinan û bela xwe li wan dide.

Nietzsche dil dide xanimekê lê xanim rû nade wî. Ji wê rojê ve heta dawîya temenê xwe ji jina nefret dike. Di gotinekê de wisa dibêje: “Dema tu biçî cem jina şiva xwe bi xwe re bibe.” Li gorî wî jin ji gotinê qet fam nakin û dermanê wan jî lêdane. Lewma dibêje şiva xwe bi xwe re bibin.

Lê dîsa jî Nietzsche çiqasî dev avêtibe jina û ew bi zimanekî tûj rexne kiribe jî jin ji wî pir hez dikin. Ev yek ji min re pir ecêb tê. Gelo çima jin ji wî hez dikin?

 

 

***

Werhasil kelam, kî çi bibêje û çi biqewime qet ne girîng e. Li ser rûkê dinê dê zewac çêbibin. Dê însan şerê hev bikin, dê ji hev hez bikin, dê ji hev nefretê bikin û dê dev ji hev berdin. Qedera mirov bi vî rengî ye.

Pîyesek heye û her mirov li gorî pîyes û rola xwe li vê cîhanê tev digere. Dema rol xilas dibe kesek namîne. Rola meriv çi be divê meriv rola xwe baş bilîze…

 

***

Însanên niha li pey bextewarî û kêfxweşîyek ebedî digerin. Lê tiştekî wisa mixabin tune ye. Bextewarî û kêfxweşî tenê kêlîyek e û kêlîk zû derbas dibin. Ya girîng bextewarî û kêfxweşî nîne, ya girîng aramî, famkirin û alîkarî ye.

Kesê ji hev re bibin derman dikarin zewacek baş û serkeftî bijîn. Lê dîsa jî mirov ji tiştekî qayîl nabin û her tiştî xira dikin. Eynî mîna Hesenê Metê gotî: “Ademekî ji axê û rêxê tiştek jê dernakeve.”

Dibe ku di serî de însan ji hev re bibin derman lê bi demê re ew derman dibe jehr. Tişta derman û jehrê ji hev vediqetîne doza derman e.

Hezkirin û zewac jî lo gorî derman (doz) li ser pîyan dimîne kengî doza dermanî zêde an jî kêm bû, dibe jehr û ne hezkirin dimîne û ne jî zewac.

 

***

Kî bizewice kerîz e?

Kesek nikare bersivek rast bide û bersiva rast jî nîn e.

 

Senaca dibêje: “Tişta dest pê dike dê biqede.”

Madem her tişt dê biqede xweş bijîn, ji hev re bibin alîkar, ji hev re bibin derman.

Ji hev re bibin yar lê emanet nebin neyar…

POPÜLER FOTO GALERİLER

Sitemizde yayınlanan haberlerin telif hakları DHA (Dicle Haber Ajansi) kaynaklarına aittir, haberleri kopyalamayınız.